PYNK: Gelê Kurd piştrast kir ku dikare li hember zordestiyê li ber xwe bide

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (PYNK), daxuyaniyek derbarê serhildana 12 Adarê li Rojavayê Kurdistanê belav kir û ragihand, “Gelê Kurd piştrast kir ku dikare li hemberî sîstema zordestiyê li ber xwe bide.”

Li gor daxuyaniyê, hikûmeta Sûriyê wê demê dixwest fitneyekê di navbera Kurd û Ereban de li ser lîstikeke Fûtbolê di navbera tîma Cihad ya bajarê Qamişlo û tîma Fituwe ya bajarê Dêre Zorê derbixe.

PYNK dibêje, piştî ketina Sedam, hikûmeta Sûriyê hest kir ku gef li ser wê heye ji ber vê yekê dest bi kiryarên tepeserkirina Gelê Kurd kir. Gelê Kurd piştrast kir, ew dikare di rûyê rejîma diktator de raweste tevî hemû awayên tepeserî, kuştin, girtin û îşkencedanê.

PYNK Serhildana Qamişloyê wek gavek ber bi “şoreşa gelê Sûriyê ya Adara 2011an” binav dike û dibêje, “Nexasim Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojava û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyekî wê xwe dispêre serhildana 2004an.”

PYNKê tekez dike, projeya demokratîk ya ku niha heye, yek ji sîma û aliyê wê serhildanê ye, berovajî wê ya ku rejîm dibêje, ku Kurd cudaxwaz in û daxwaz dikin ku hemû pêkhateyên navçeyê hevbigirin.

Her di wê daxuyaniyê de, “Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û pêkhateyên din, hişmendiya rejîmê û lîstokên wê nas kirin. Bi hev re dûrê fîtneyên rejîmê xebitîn û Rêveberiya Xweser Demokratîk, saziyên demokratîk ava kirin ku nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê bê cudahî dikin. Her wiha hêzên hevgirtî û bi birêxistinkirî ji bo parastina azadiyê û projeya xwe ya demokratîk ava kirin.”

Îro salvegera 17mîn salvegera Serhildana Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye. Roja 12ê Adara 2004an, serhildanê ji stadyuma futbolê ya Qamişlo dest pê kir û li seranserê herêm û navçeyên Kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê belav bû.