7 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 7 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi “hinceta PKKyê” û “endamtiya rêxistinê” derbarê 7 kesan dest bi lêpirsînê kir.

Bi serpereştiya Serokatiya Daîreya Teror û Îstixbaratê, ji aliyê tîmên şaxên Teror û Îstixbaratê yên Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê û Serokatiya MÎTê li parêzgehên Riha, Wan û Şirnexê operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de 7 kes hatin desteserkirin.

Nehatiye ragihandin ku hêzên ewlehiyê 7 kesên hatine desteserkirin birine kû derê.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.