Ligel Renc - Sotemeniya xirab li Herêma Kurdistanê metirsiyê li ser jîngeh û tenduristiyê çêdike

Hewlêr (Rûdaw) – Mijara vê hefteyê ya bernameya “Ligel Renc” a Rûdawê, kalîteya mazot û benzîna tê bikaranîn û çi bandorên xwe li ser jîngeha Herêma Kurdistanê hene û jîngeh dikare çawa were parastin bû.

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 5 hezar jeneratorên ehlî û zêdetirî 3 hezar jeneratorên taybet hene.

Herwiha 2 milyon û 370 hezar otomobîl hene.

Jîngeh û xwezaya Herêma Kurdistanê di van salên dawiyê de ji ber benzîn û mazota xirab a ku tê bikaranîn zerereke zêde dîtiye û yek ji sedemên pîsbûna jîngehê otomobîl û jenerator in.

Di vê beşa bernameya Ligel Renc de behsa vê mijarê hat kirin.

Serokê Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Senger Salih, Rêveberê Fermangeha Hişyariyên jîngehê û Ragihandina Desteya Jîngehê Rezaq Xeylanî,  Mamosteyê Beşa Çavkaniyên Xwezayî yê Koleja Zanistî ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr.Salih Necîb, Gazfiroş û Xwediyê Jeneratorê li Hewlêrê Nesret Zengene û Serokê Encûmena Jeneretorên Ehlî ya Silêmaniyê Osman Mihemed mêvanên bernameyê bûn û li ser kalîteya sotemeniya ku ji bo jenerator û otomobîlan tê bikaran gotûbêj kir.

“Ji sedî 95ê mazotê sexte ye”

Li gorî lêkolîneke zanistî, li Herêma Kurdistanê ji sedî 95ê mazota ji bo jeneratoran tê bikaranîn sextekarî têde tê kirin.

Serokê Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Selahedînê Dr. Senger Salih diyar kir ku ew mazota ku têde sextekarî hatiye kirin, herî zêde bandorê wê li ser jîngeh û tenduristiya mirovan heye.

Bi gotina Dr. Senger Salih, beşek ji wê mazotê ji tevlîhevkirina ronê şewitî yê otomobîlan û neftê pêk tê ku gelekî erzan e.

Dr. Senger Salih got,  “Li gorî lêkolîneke zanistî ya ku me ji bo jeneratorên mazotê yên li Herêma Kurdistanê kiriye, derket holê ku ji sedî 95ê mazota bazarê sexte ye. Beşeke ji wê mazotê ji ronî şewitî yê otomobîlan û neftê pêk tê.

Ew têkelbûna bi navê mazotê, metirsiyê li ser jiyana mirovan û jîngehê çêdike. Nabe ron were şewitandin. Mazota ku li Herêma Kurdistanê tê bikaranîn ne li gorî standardan e û em nikarin jê re bibêjin mazot.”

Li gorî standardên navneteweyî dema mazot tê ceribandin divê sulfura wê ji 9 ppmê derbas nebe.

Dr. Senger Salih ragihand ku di sala 2020an de li Herêma Kurdistanê rêjeya sulfurê ya mazotê di navbera 25 hezar û 29 hezar ppmê de bûye.

Piraniya otomobîlên li Kurdistanê ne li gorî standartan in

Mamosteyê Beşa Çavkaniyên Xwezayî yê Koleja Zanistî ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr.Salih Necîb diyar kir ku motorên nestandard ên otomobîlan û nebûna kevirê egzozê du pirsgirêkên herî mezin ên qirêjiya jîngeha Herêma Kurdistanê ne.

Dr.Salih Necîb da zanîn ku wan lêkolînek li ser 812 otomobîlên bi benzînê û 175 otomobîlên bi mazotê kar dikin kiriye û li gorî encamê ji sedî 50î otomobîlan zêdetirî 200 ppm hîdrokarbon derdixe.

Bi gotina Dr.Salih Necîb cureya motorên otomobîlên li Herêma Kurdistanê û nebûna kevirê egozozê yê ji bo paqijkirina dûkelê otomobîlan, du sedemên mezin ên qirêjbûna jîngehê ne.

 Dr.Salih Necîb got, “Ew gaza ku ji egzoza otomobîlan derdikeve dibe sedema zêdetirî 70 nexweşiyan û di nav wan de nexweşiya penceşêrê jî heye.

Herwiha kalîteya xirab a sotemeniyê sedemeke din a pîsbûna jîngehê ye. Li Herêma Kurdistanê ti parzûngehek nîne ku bikarebe benzîn û mazotê pak bike.”

“Kalîteya hewayê li Hewlêrê ne asayî ye”

Salih Necîb herwiha da zanîn ku wan kalîteya hewaya Hewlêrê şopandiye û got, “Di heft mehên borî de hewaya Hewlêrê, piraniya rojan gihiştiye asta zer û sor.

Li Silêmaniyê di sala 2020ê de hejmara pêketiyên penceşêrê 6 hezar û 293 kes bûn, di sala 2021an de 7 hezar û 904 kes bûn, di sala 2022an de 9 hezar û 610 kes bûn û di sala 2023an de jî hejmara tûşbûyên penceşêrê gihîştiye 9 hezar û 911 kesan.

Derbarê vê yekê Salih Necîb got: “Ev  ji me re nîşan dide ku em her roj rastî gelek gazên jehrîn û xeternak tên. Qirêjiya jîngehê yek ji sedemên sereke ya penceşêrê ye.”

“Lijneya Jîngehê desthilata bicihkirinê nîne”

Li Herêma Kurdistanê Lijneya Jîngehê heye ku ji paqijiya jîngehê berpirsyar e.

Lê Rêveberê Fermangeha Hişyariyên jîngehê û Ragihandina Desteya Jîngehê Rezaq Xeylanî jî eşkere kir ku her kargeh û parzûngeheke ya li Herêma Kurdistanê eger zererê bigihîne jîngehê, ew tenê dikarin biryara girtinê bidin û desthilata wan a bicihkirinê nîne.

Rezaq Xeylanî got; "Divê ji bo lêkolîna binpêkirinan, zêdetir desthilatê bidin Lijneya Jîngehê. Di avakirina Lijneya Jîngehê de pirsgirêkên mezin derketine.

Dema ku hejmara wezaret ji 42an daxistin 19an, diviyabû Wezareta Jîngehê wekî xwe bimaya.

Lijneya Jîngehê desthilatdariya bicihkirinê nîne û ji bo bicihkirina biryaran divê polîsên me hebin lê heta niha polîs nedane me.

Me çend caran got ku polîsên daristan û parastina jîngehê damezrînin û bila girêdayî Lîjneya Jîngehê bin.”

“Li Hewlêrê dûmana jeneratoran ne ji ber mazotê ye”

Gazfiroş û Xwediyê Jeneratorê li Hewlêrê Nesret Zengene îdia kir ku dûmana xirab a ji jeneratoran derdikeve ti pêwendiya wê bi mazotê re nîne nîve mazota li Hewlêrê li gorî standartan e û tenê pirsgirêk di mekîneya jeneratoran de heye.

 

Nesret Zengene, di wê baweriyê de ye ku jenerator di pîsbûna jîngehê de pişkeke biçûk heye û got:

“Nêzîkî 2 hezar jeneratoran li Hewlêrê hene lê zêdetirî 200 hezar barhilgir hene ku bi mazotê kar dikin, ji ber wê jî pareke pir kêm a qirêjiya jîngehê ji ber jeneratoran e.  

Dûmana hinek jeneratorên taxê ti pêwendiya wê bi mazotê re nîne, ji ber ku mazota li Hewlêrê li gotî standartan e û pirsgirêk ji motorên jeneratoran e.

Ji sedî 95ê jeneratorên Silêmaniyê bêdeng in

 

Serokê Encûmena Jeneretorên Ehlî ya Silêmaniyê Osman Mihemed jî got:

"Ji sala 2007an ve, dema ku jeneratorên taybet li Silêmaniyê hatin danîn, hemû jeneratorên bê deng bûn daku bi gaza xirab kar nekin. Niha piraniya modelên jeneratorên li Silêmaniyê bilind in."

Ji sedî 95ê jeneratorên Silêmaniyê bêdeng in. Eger jeneratorên bê deng mazota xerab bikar bînin û dûman derxin û radiwestin.

Derbarê kalîteya mazota ku li Silêmaniyê tê firotin jî  Osman Mihemed got:

"Divê hikûmet vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe û mazota baş ji jeneratoran re peyda bike.

Ji ber ku roj hene jeneratorên taxan 15 saetan dixebitin, divê hikûmet çavkaniyeke pêbawer a mazotê ji me re peyda bike."

 

Yek ji sedemên pîsbûna jîngehê otomobîl û jenerator in. Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 2 milyon û 350 hezar otomobîl û 7 hezar û 354 jenerator hene.

Li Hewlêrê 3 hezar 776 jenerator, li Silêmaniyê hezar û 759 û li Dihokê hezar û 819 jenerator û hene.

Ji bo ew jenerator nebin sedema pîsbûna jîngehê, pêwîst e jenarator bên bêdengkirin û mazota kalîteya wê baş bê bikaranîn.