Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk di erdhejê de 17 xizmên xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk di erdhejên 6ê Sibatê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de 17 xizmên xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku siyasetvanê navdarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Ahmet Turk, li parêzgehên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zirar dîtine, 10 xizmên xwe ji dest dane û 7 xizmên wî jî winda ne û ti agahî li ser çarenivîsa wan nayê zanîn.

Li gor zanyariyên di medyayê hatine belavkirin, ku Ahmet Turk û hevjîna wî Mulkiye Turk di erdhejê de 10 xizmên xwe ji dest dane û 7 ji xizmên wan jî hê jî di bin xirbeyan de mane û ti agahiyek derbarê wan de nîne.

Di nava wan 10 xizmên Ahmet Turk û hevjîna wî de ku canê xwe ji dest dane, mam, xal û pismamên wan hene.

Ahmet Turk îro ji bo şopandina rewşê û wergirtina agahiyan ji xizmên xwe, bi komeke Partiya Demokratîka Gelan (HDP) re serdana Semsûrê kir.

Derbarê wê serdana xwe de Ahmet Turk li ser twittera xwe ragihandiye: Bêguman gelê me dê van rojên dijwar derbas bike. Yên di karesateke wiha de vî gelî bi tenê bihêlin, dema ku dem hat dê hesabê bidin vî gelî.

Parlamenterên HDP'ê Ridvan Turan, Feleknas Uca û Saît Dede di wê serdaneê de bi Ahmet Turk û hevjîna wî re bûn.

Siyasetvanê Kurd, Ahmet Turk herwiha li sermsûrê guhdariya gilî û gazindeyên mexdûrên erdhejê kir.