Li Dîlokê welatî li benda derxistina kesûkarên xwe ne

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê li Bakurê Kurdistanê navendeke din a erdhejê bû û heta niha gelek avahî li erdê ne, kesên di bin wan kvilan de nehatine derxistin, xelk li benda kesûkarên xwe ne her nebe cenazeyên wan bêne derxistin.

Li gor amarên hikûmeta Tirkiyê, piraniya qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê, di apartmanan de bûne ku ji ber erdhejê şeş hezar û 444 avahî herifîne yan zerar gehiştiye wan.

Bo dîtina xweştiviyên xwe hatine.

Li navçeya Li navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê welatî li benda nûçeyeke dilxweşker in.

Kasûkarek qurbaniyan Orkun dibêje: “Belê, kesûkarên min ên nêzîk, kurapên min, li qata sêyem dijiyan; em li bendê ne bên rizgarkirin û hêvîdar in sax mabin.”

Lê piştî dîtina çend terman di jêr kavilên avahiyê de, hêvî dibin bîranîn.

Orkun herwiha got: “Li Nûrdagiyê, nêzîkî 40 hezar kes dijiyan, lê em nizanin çend kesan canê xwe ji dest dane û çend jî mane, em tenê li benda ya herî baş in.”

Li gor amarên hikûmeta Tirkiyê, piraniya qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê, di apartmanan de bûne ku ji ber erdhejê şeş hezar û 444 avahî herifîne yan zerar gehiştiye wan.