Nêçîrvan Barzanî beşdarî di taziya qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê de kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê 12.02.2023 li Konsulxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya li bajarê Hewlêrê beşdarî di merasîma taziya qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê de kir ku di encam de bi hezaran kes bûne qurbanî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo nîşandana hevxemiyê serdana Konsulxaneya Tirkiyê ya li bajarê Hewlêrê kir û di deftera taziyê ya konsulxaneyê de peyameke hevxemiyê nivîsand.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî, di deftera tomarkirina peyaman de, peyameke sersaxiyê tomar kir û “ji bo wê karesata bi êş ku ji encama erdhejeke wêranker ku li deh parêzgehên Tirkiyê û çend bajarên Sûriyê qewimî, li ser navê xwe û Herêma Kurdistanê sersaxî, hevsozî û hevxemiya xwe pêşkêşî gel, hikûmet û serokatiya Tirkiyeyê kir.”

Li gor amarên herî nû ku AFADê belav kirine, di encama erdhejên 6ê Sibatê de zêdeyî 29 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê jî heta niha zêdeyî 3 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihandiye, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku “li Herêma Kurdistanê ligel tevahiya mirovatiyê, bi dil û derûniyekî xemgîn, hizr û dilê me ligel gelê Tirkiyê û malbat û xizmên bi hezaran qurbaniyan e ku tu carî wêneyên wan ên trajîk û dîmenên hilweşîn û wêranbûna bajar û avedaniyên wan ji bîra me naçin û derûnê mirov dihejînin.”

Bandora karesata erdhejên 6ê Sibatê li ser Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê her ku diçe, mezintir xuya dike. Neteweyên Yekbûyî texmîn kiriye ku hejmara qurbaniyên erdhejê bo zêdeyî 50 hezar kesan bilind bibe, herwiha texmîn dike ku erdhejê bandor li 24.4 milyon kesan kiribe.

Li gor daxuyaniyê, “Serokê Herêma Kurdistanê, ji Xwedayê mezin xwest ku canê qurbaniyan bi rehm û dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bide malbatên wan û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re xwest.”

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, Herêma Kurdistanê çi ji destê wê were, ji bo alîkariyê amade ye.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê jî spasiya beşdariya Nêçîrvan Barzanî di merasima sersaxiyê de kir û pêzanîna welatê xwe ji bo beşdarbûn û hevxemiya Nêçîrvan Barzanî di vê sersaxiyê de û helwesta gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya mexdûran nîşan da.