Penaberên Kampa Berdereşê daxwaza karta niştecîbûnê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Di meha borî de zêdeyî hezar ji Rojavayê Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûn û li kampa Berdereş hatin bicihkirin. Gelek ji wan kesan ji ber xirabiya rewşa aborî berê xwe dane Herêma Kurdistanê û dixwazin ji kampê derkevin da ku kar bikin, lê ta niha nêzîkî 700 kesan ne îqame û ne forme wernegirtine, lewma nikarin ji kampê derkevin.

Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên Kampa Berdereşê ya Duhokê dixwazin bi rêya Rudawê dengê xwe bighînin aliyên peywendîdar ji bo ku çareyekî ji rewşa wan re bibînin û jiyaneke baş bo xwe ava bikin.

Penaber mihek e di nava kampê de ne û ta niha bê form û îqame ne. Bi 1700 dolaran Cemal û hersê pismanên xwe bi qaçaxî ji Kobanî gihiştin Herêma Kurdistanê.

Bi gotina wan, sedema sereke ji hatina wan, têkçûna rewşa aborî ya deverê bû, lê ev mehek e li nava kampê de ne û nikarin ji kampê jî derkevin, ji ber ku wan heta niha ne forme û ne îqame wernegirtine.

Li kampê hejmarek malbat ji bo dîtina derfeteke kar li benda derketinê ne ji kampê.

Mihmed Misewir berî 4 mehan bi rengekê fermî ji Qamişlo derbasî Herêma Kurdistanê bûye, lê malbata wî li 12ê Çileyê bi qaçaxî xwe gihandiye Kampa Berdereş.

Wan heta niha tenê forme wergirtiye û derengiya dana îqameyê, hiştiye ku ew bi malbata xwe ve were girêdan.

Dana form û îqameyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê dayîn, lê destpêkê divê di hejmareke rêkarên din re derbas bibe.

Weku pêrabûnên emnî ji aliyê asayîşê ve ku li gor penaberan ew rêkar gelek demê wan dixwe û dibe sedema derngderketina form û îqameyan. Ji aliyê xwe ve Neteweyên Yekbûyî sedema vê derengiya di dana belgeyan de bi coronayê ve girê dide.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Fîras Xetîb dibêje: “Her penaberek Sûrî be, yan helgirê her regeznameyekî be, dive aramî, parastin û îqame jê re were peydakirin. Eem herdem tekeziyê li ser dana hemû belgeyan dikin, lê ji ber belavbûna Covid-19 dergeh hatin girtin û fişar li ser hemû beşên me çêbû, lewma eger heye ku derengketina derxistina îqameyan ji bo vê sedemê vedgerê.”

Li Kampa Berdereş 4 hezar û 342 penaberên Rojavayê Kurdistanê dijîn û ew kamp dikeve sînorê  parêzgeha Dihokê.

Kampa Berdereş weke bi kampeke transît tê naskirin ku li meha borî û di maweyê 10 rojan de zêdeyî hezar paneber li xwe girtin.