Firokeyên Tirkiyê sînorê Çemankê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên Tirkiyê gundê Bêrkiyat û quntara Çiyayê Gare li nêzîk bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran kirin.

Bombebarana deverê êvara duh pêncşemê 11ê Sibatê û derdora demjimêr 18:00an hatiye kirin.

Şoriş Îbrahîm, niştecihekî bajarokê Çemankê dibêje: “Roja pêncşemê demijimêr 18:00an gundê Bêrkiyat li nêzîk Çemankê û quntara Çiyayê Gare ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.’

Rêveberê Bajarokê Çemankê, Elened Emîr jî ji Rûdawê re piştrast kir ku bombebaran li devera wan hebûye û ragihand, gundê Bêrkiyatê 10 km dûrî navenda Çemankê ye, lê devera Meranê li quntara Çiyayê Gare tenê 2 km ji navenda bajarokê dûr e.

Têkildarî zirarên bombebaranê, Elend Emîr da xuyakirin, “ti ziyanên canî çê nebûne, lê ji ber bombebaranê tirs ketiye di nav dilê xelkê de.”

Bombebarana sînorê bajarokê Çemankê di demekê de ye, ku artêşa Tirkiyê ji demjimêrên destpêkê yên roja 10ê Sibatê ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Çengê Baz-2 li Çiyayê Gare ya Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, artêşa wî welatî bi helîkopteran hêz danîne ser Çiyayê Gare û medyayên nêzîkî PKKê jî belav kirine, ku di navbera gerîlayên wan û serbazên Tirkiyê de şer derketiye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê heta niha kuştina 3 serbazên xwe û birîndarbûna 3 serbazên din di operasyona li Çiyayê Gare de piştrast kiriye.

Hulusî Akar, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê jî duh di daxuyaniyekê de ragihand, operasyona wan li dijî PKKê li Çiyayê Gare dê berdewam be.