Mala Tirsê li Amedê: Pereyên xwe bide û xwe bide tirsandin!
Amed (Rûdaw) - Li Bajarê Amedê navendeke tirsê vebûye, ku xelk têne vê derê pereyê xwe didin û xwe didine tirsê, Ev der xaniyekê 3 tebeqe yeû tê de materyalên ku mirov didtîrsînin hatine bi cîhkirin; gelek kes her çiqas dizanin jî her tişt senaryo ye û materyalên vê derê ji bo wana bitirsîne hatine bicîhkirin jî, xwe ji tirsê nagirin; "Mala Tirsê" ji niha ve eleqeyekî zêde dibîne û her diçe hejmara serlêderên wê zêdetir dibin.
Keç û xortên Amedî deste bi deste bera xwe didin Mala Tirsê, ku ew demek e li vî bajarê Bakurê Kurdistanê hatiye vekirin.
Mala Tirsê li Amedê vebûye û xelk têne vê derê ji bo ku xwe bi tirsînin. Herî kêm 2 û herî zêde 12 kes dikarin di carekî de werine vê derê û tîkitê xwe wergirin, piştî wê rêwitiya nav Mala Tirsê destpêdike bi mercên ku nesaxiyên serlêderan yên wek dil û zextê an jî derûnî nebe.
Di jûrên (odeyên) tarî de deng û meteryal her tişt saw dixe dilê serlêderan; lê veger nîne û ew heta lîstîk bi dawî neyê nikarin ji vê derê derkevin.
Li her jûrê paswordên xelasiyê hene; lê divê ew kes van paswordan bibînin û riya xelasiyê bi destê xwe bibînin
Hawar û qêrîn bê fayde ye, ew kesên ku ev rêwîtiyêhilda ber çavan divê temam bike.
Suleyman Sayginli xwediyê Mala Tirsê ye û wî vê konseptê aniya Amedê, Sayginli dibêje , tirs jî ji laşê mirov re pêwîstiyeke tendurustiyê ye û eleqeyeke mezin ji xelkên Amedê heye, her çend ew bêjin em bêtirsin jî yên ku hatin vê derê herkes ditirse û vedigere.
Xwediyê Mala Tirsê, Suleyman Sayginli derbarê wê projeyê de ji Rûdawê re axivî û got: " Armanca ew ku em xelkê bitirsînin da ku ew tirsa xwe bişkînin, ev lîstik e, di heman demê de lîstika xebata kolektîf e, Xelkên Amedê dibêjin em bê tirs in; lê min hîn kesekî nedîtiye ku hatiye vê derê û netirsiyaye."
Serlêderên Mala Tirsê jî baş dizanin ku ev lîstikekî ye û her tişt li gor senaryoyekî dimeşe; lê dîsa jî ew xwe radestî nav lîstikê dikin û tirsa wan zêde dibe.
Mihemed Polat yek ji serlêderan e û nêrîna xwe derbarê mala tirsê de wisa tîne ziman: " Di hundirê malê de dengên ecêb hene, perde vedibe û şiklên wek pîrebokan dertin."
Şexmûs Erdem jî ku serdana wê navendê kiriye, dibêje: "Em bi hevalên xwe re hatin vê derê, me bihîstibû ku cîheke bi vê rengê vebûye; lê îro derfet çêbû û em hatin."
Menîce Akman jî ji Rûdawê re nêrîna xwe anî ziman û got: "Mirov dizane ku ev lîstik e û her tişt senaryo ye; lê dîsa jî gelek ditirse, ez gelek tirsiyam; lê kêfa min pir jî jê re hat."
Konsepta Navendên Tirsê hema hema li hemû paytextên mezin yên Cihanê hene; lê navenda herî mezin ya cîhanê li Chîcagoya Amerikayê ye; li Tirkiyeyê ev navend li bajarên wek Stenbol Enqere û Îzmîrê hene.