Reşnivîsa lêvegera siyasî ya Rojava hat pejirandin

 

Qamişlo (Rûdaw) - Reşnivîsa sîstema bingehîn a lêvegera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê hat pejirandin.

 

Îro lêvegera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li navenda Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûrî (PDK-S) li bajarê Qamişlo civiya.

 

Endamê lêvegera siyasî Mistefa Meşayix ji Rûdawê re ragihand ku reşnivîsa sîstema bingehîn weke peyreweke navxwe ji bo karê lêvegerê piştî danûstandineke dirêj hat pejirandin.

 

Di civîna borî de ya lêvegerê, biryara damezrandina 3ê komîteyên taybet hatibû dayin û komîteya amadekirina sîstema bingehîn, ku ji 9 kesan pêk tê, di 3ê civînên cuda de, reşnivîsa sîstema bingehîn amade kiribû û di civîna îro de hat pejirandin.