Li Colemêrgê rêya 132 cih û waran hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê berf ket û rêyên 132 cic û waran hatin girtin.
Li Colemêrgê şev berf barî û navenda bajêr û deverên bilind spîçîl bûn.
Berfê li Colemêrgê rê girtin, welatiyan berfa pêşiya xanî û kargehên xwe avêt.
Li gorî agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr daye, berfê rêyên 132 cih û waran girtin.
Ekîbên berfê hewl didin ku rêyan vekin, ekîbên Rêbej û Şaredariya Colemêrgê jî berfa rê û kuçeyan paqij kir.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî berf barî.
Li wê navçeyê berf bû sedema ku xelk tengasiyê bikêşînin.
Xelkê navçeyê berfa pêşiya xaniyên xwe û berfa ser wesayîtên xwe avêt.
Li navenda Colemêrgê nêzîkî 30 santîmetreyan berf bariyaye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 12, 2025
Mihemed Şêx Fatih ji Nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir re got:
☃️ ❝Hinek berf têxe berîka xwe û bîne Hewlêrê❞ pic.twitter.com/fK0Id5t1N6