Federasyona Pêkhateyên Bêasteng: ‘Divê piştgiriyeke hêjayî rûmeta mirovayetiyê were kirin’

Hewlêr (Rûdaw) – Federasyona Pêkhateyên Bêasteng ragihand, “Mafên astengdaran nayên naskirin û ew mehkûmî hejariyê tên kirin.”

Federasyona Pêkhateyên Bêasteng pistgirêkên ku astengdar dijîn rêz kirin û daxwaza “Piştgiriyeke hêjayî rûmeta mirovayetiyê kirin.”

Federasyona Pêkhateyên Bêasteng têkildarî mafên astengdaran li Ameda Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Federesyonê bal kişand ser pirsgirêkên welatiyên astengdar ên wekî piştgiriya civakî, mûçeyên astengdaran û tayînkirina îmtîhana hilbijartinê (EKPSS) pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re parve kirin.

Li ser navê Federasyona Pêkhateyên Bêasteng Evdilmecît Yilmaz metna daxuyaniyê xwend.

“Mûçeyên astengdaran bênirx bûye”

Yilmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara astengdaran 12 milyon derbas kirine û got:

“Mafên gihîştin û karkirinê yên astengdaran nayên parastin. Astengdar mehkûmî hejariyê têne kirin.

Mûçeya astengdariyê ya ku li gorî rêjeyên enflasyona 2024an hatiye diyarkirin bêwate bûye.

Li gorî vê, kesên ku rêjeya wan a astengdariyê ji sedî 40-69 be, mehane di navbera hezar û 874 lîre û 2 hezar û 796 lîreyan de distînin.

Kesên ku rêjeya wan a astengdariyê ji 70yî zêdetir jî, di navbera 2 hezar û 811 lîre û 4 hezar û 195 lîreyan de distînin.

Alîkariya lênêrîna li malê ya ji bo astengdaran tê dayîn ji 5 hezar û 96 lireyî bû 7 hezar û 605 lîre.

Li welatê me sînorê birçîbûnê gihiştiye 15 hezar lîreyan û sînorê xizaniyê jî bûye 47 hezar lîre.

Di vê rewşê de mûçeya ku tê dayîn astengdaran, bi awayekî sembolîk jî bênirx bûye.

Ji bo kesên ku rêjeya wan a astengdariyê ji 70yî kêmtir e rojane 93 lîre û ji bo kesên ku rêjeya wan a astengdariyê ji 70yî zêdetir e re jî rojane 140 lîre tê dayîn.”