Doza Tahîr Elçî hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çaremîn rûniştina doza Tahir Elçî de malbata Elçî û parêzerên wî daxwaz kirin ku wek şahidhal Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî beşdarî dozê bibe û lê bê guhdar kirin, lê dadgehê doz bo 15ê Hezîrana 2022ê paşxist.

Îro 12ê Çileya 2022an çaremîn rûniştina Doza Tahir Elçî li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.

Parêzer û hevjîna Tahir Elçî, Tûrkan Elçî, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erinç Sagkan, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, baroyên herêmê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li bajêr beşdarî rûniştina dozê bûn.  Têkildarî kuştina Tahir Elçî, 3 polîs tên darizandin lê di civîna îro ya dadgehê de amade nebûn û bi rêya sîstema videokonferansê beşdar bûn.

Di dozê de malbat û parêzerên Tahîr Elçî daxwaz kirin ku serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ku kuştina Tahîr Elçî wek “kuştinek siyasî” binav kiribû, beşdarî dozê bibe û li gotinên wî bê guhdar kirin. Piştî parastina parêzeran Dadegeha Amedê doz bo 15ê Hezîrana 2022ê paşxist.

Piştî dozê parêzerên Tahîr Elçî, beşek ji siyasetmedar û kesên beşdarî dozê bûn daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, amaje bi wê yekê da ku wan di dozê de xwestiye li Ahmed Davutoglu bê guhdarkirin, lê wek gelek daxwazên wan ên din ev daxwaza wan jî hatiye red kirin.

Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî amaje bi wê yekê da ku Tahîr Elçî bûye qûrbaniyê kuştineke siyasî ya plankirî û got:”Serokwezîrê wê demê jî ev yek di serdana xwe ya bo baroya Amedê de bi aweyek eşkere gotiye. Divê piştî biryara îro ew bixwe jî bê runiştina dozê û derbarê gotina xwe de agahiyan bide.”

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, rastî êrişeke çekdarî hatibû, gule li serê wî ketibû û di encamê de jiyana xwe ji dest da.