DAIŞiyê ji bo êrişa Pirsûsê teqemenî peyda kiribû hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku endamê DAIŞê kesê bi navê Azzo Xelef Silêman ê teqemenî ji bo êrişa navçeya Pirsûsê ya Rihayê amade kiriyê hatiye girtin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihaya Bakûrê Kurdistanê di 2015an de êrişek pêk hatibû û di encama êrişê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dabûn

Li gorî daxuyanîya Wezareta Navxwe endamê DAIŞê Azzo Xelef Silêman kesê ji bo êrişa Pirsûsê ya 2015an û ji bo êrişa Sultanahmet/Stenbolê ya di 2016an de ku di encamê de 10 geştyarên Alman jiyana xwe ji dest dabûn teqemenî peyda kiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da zanîn ku Azzo Xelef Silêman di operasyoneke hevbeş a Ewlehiya Parêzgeha Rihayê û  MITê de li Rihayê hatiye girtin.

Li ser bangawaziya Komeleya Federasyona  Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 20ê Tîrmeha 2015an de li Pirsûsê ciwan hatin ba hev da ku lîstokên zarokan bibin bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, lê di dema ciwan kom dibin li ser wan erişeke bombeyî pek hatibû.

Li baxçeyê Mala Çandê ya Amarayê bi dehan ciwan ji bo daxuyaniyê kom bûbûn û endamekî DAIŞê xwe di nava wan de teqand 33 kes miribûn û ji 100 kesan zêde jî birîndar bibûn.

 Herwiha Li meydana Sultanahmetê ya Stenbolê jî di 12ê Çileya 2016an de êrişeke xwekujî pêk hat û di encamê de 10 geştyarên Alman jiyana xwe ji dest dabûn.

Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ragihandibû ku êrişker endamê DAIŞê bûye.