Iraqê cezayê îdamê daye pêşmergeyên ku dîl ketibûne destê DAIŞê

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşmergeyekî, ku li Mûsilê dîl ketibû destê DAIŞê, niha di destê hêzên iraqî de ye û cezayê sêdaredanê jê re derketiye. Bavê wî pêşmergeyî daxwaz dike, ku kurê wî were azadkirin.

 

Bavê pêşmergeyê dîl, Mihemed Haşim dibêje: “Hejmara wan 9 pêşmerge ne û li Firokexaneya Mûsenna ya Bexdayê ne. Kurê min Hesen Mihemed Haşim jî di nav wan de ye. Biryara sêdaredanê dane wan. Em Kakeyî û yektaperest in. simbêl li cem me tiştekî pîroz e. Wan simbêlên kurê min jê kirine.”

 

Mihemed Haşîm bang li Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û got: “Hûn çawa cezayê sêdaredanê didin pêşmergeyekî? Ew dîl e û şerê DAIŞê kiriye.”

 

Navborî bang li Amerîka û welatên din ên rojavayî kir, ku bi hewara wî de werin.

 

Haşim diyar kir: “Ji serok, kongres û encûmena pîrên Amerîkayê, Neteweyên Yekgirtî, Brîtanya, Almanya û hemû welatan dixwazim, ku destwerdana vê meseleyê bikin, wan dîlên ku li Iraqê bi awayeke neheqî sêdare didin, rizgar bikin.”

 

Temenê Hesen Kakeyî 32 sal e. Bavê wî ji hikûmet û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê jî daxwaz dike, ku li gel Bexdayê bişêwirin û nehêlin ji ber hêcetên xelet û DAIŞîbûnê, pêşmergeyan sêdare bidin.

 

Derbarê mijarê de Sekreterê Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re ragihand: “Em hê jî ji rastiya çîrokê ne piştrast in. Lê di vê derbarê de çi pêwîst be emê bikin.”

 

Roja 16ê Hezîrana 2014ê, Hesen Kakeyî bi tevê 14 pêşmergeyên din, li navçeya Hemdaniye ya Mûsilê ketine kemîneke DAIŞê û dîl hatine girtin.


Çekdarên DAIŞê ji bo kuştinê cilên porteqalî kirine ber wan, dîmenên wan belav kirin û ji wan 6 pêşmerge hatine şehîdkirin. Yên din jî di zîndanên DAIŞê de mabûn.

 

Di dema kontrolkirina Mûsilê de, pêşmergeyên dîl di zîndanan de ketine destê hêzên iraqî. Lê hêzên iraqî herweke DAIŞiyan bi wan re danûstandinê dikin.

 

Xizmên pêşimergeyan dibêjin, ew tev de niha li Firokexaneya Mûsenna ne û cezayê îdamê bi ser wan de hatiye sepandin.

 

Nivîsîn: Necmî Salih