Nûnerê PYDê li Fransa: PYD û YPG ji bo danûstandinên Astanayê nehatine vexwendin
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê PYDê li Fransa Xalid Îsa ragihand, ku PYD û YPG ji bo danûstandinên Astanayê nehatine vexwendin.
Xalid Îsa di daxuyaniyekê de eşkere kir, xuya ye hinek hêz hene naxwazin Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di civînên Astana de beşdar bibin.
Xalid Îsa da xuyakirin, her ji ber vê yekê ne PYDê û ne jî YPG nehatine vexwendin û beşdarî danûstandinên Astanayê nabin.
Nûnerê PYDê li Fransa herwiha got: Ji me re hatiye ragihandin ku tenê hejmarek destnîşankirî ya girûpên çekdar di wan danûstandinan de beşdar dibin, ne weke girûpên siyasî, lê YPG ne di nava wan hêzan de ye.
Nûnerê PYDê destnîşan jî kir, eger civaka navdewletî bixwaze rewşa Sûriyê çareser bike, divê Kurd jî ji bo danûstandin û civînan werin vexwendin.
Biryar e di 23 vê mehê de çend civîn bo çareserkirina kirîza Sûriyê li Astana ya Kazaxistanê bi beşdariya nûnerên Hikûmeta Sûriyê û Opozisyona çekdar û diplomatên Rûsya û Tirkiyê û Îran çend welatên din birêve biçin.