Mezlûm Ebdî: Em amade ne di vegerandina gora Silêman Şah de hêsankariyê bikin
Hewlêr (Rûdaw) – Mezlûm Ebdî li ser vegerandina gora Silêman Şah got, “Em amadebûna xwe ji bo hêsankirina vegerandina gora Silêman Şah a cihê wê yê resen diyar dikin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser Xê derbarê vegerandina gora Silêman Şah de daxuyanî da.
Mezlûm Ebdî xebatên ji bo parastina gora ku sala 2015an di dema êrişên DAIŞê de hat kirin bi bîr xist û diyar kir ku wan bi hêsankarî di birina gora Silêman Şah a ji bo herêma Eşmeyê de kiriye.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew careke din soza parastina qadên dîrokî piştrast dike.
Her wiha tekez kir ku ew amade ne li gorî peymanên navneteweyî ji bo vegerandina gora Silêman Şah a cihê wê ya resen hevkariyê li gel hemû aliyên pêwendîdar bikin.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Di dema metirsiya DAIŞê ya sala 2015an de, me hêsankarî di veguhestina gora Silêman Şah a herêma Eşmeyê de kir.
Em îro careke din pabendbûna xwe bi parastina şûnwarên dîrokî dupat dikin û amadebûna xwe ya ji bo hevahengiyê li gel hemû aliyên peywendîdar a ji bo hêsankirina vegerandina gora Silêman Şah a cihê wê yê resen diyar dikin.
Em tekez dikin ku divê ev pêvajo li gorî peymanên berê yên navneteweyî û bi rêzgirtina tam a mîrasa çandî bê meşandin.”