Li Şirnexê leşkeran gundek dorpêç kir: 9 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirkiyeyê bi ser hinek malan de girt û 9 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê doh gundê Zêwigê yê navçeya Hezexê dorpêç kir û paşê bi ser hinek malan de girt.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di operasyonê de 9 kes desteser kirin û di dema desteserkirinê de li hemberî wan tundî kiriye.

Sedema desteserkirina her 9 kesan hîn jî ne diyar e.

Hat ragihandin ku dorpêça leşkerên Tirkiyeyê ya li gund berdewam dike û çûn û hatina gund jî hatiye qedexekirin.