Li Amedê kesek hat kuştin, 9 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber êrişa roja şemiyê ku di encamê de kesekî canê xwe ji dest dabû 9 kes hatin desteserkirin.

Li Kolana Ali Emiriyê 9ê Kanûna Pêşînê di êrîşeke çekdarî de Ahmet Olaşmişê 29 salî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Ahmet Olaşmiş veguhast nexweşxaneyê lê wî tevî hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan duh li Amedê 9 kes desteser kirin.

Tîmên ewlehiyê 9 kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Li Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê karê îfadewergirtina gumanbaran berdewam dike.