Li Amedê pirtûkeke Îbranî ya 1400 salî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê yê Amedê pirtûkeke Îbranî ya 1400 salî ku bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin.

Li Amedê Fermandariya Cendirmeyan li ser agahiya li navçeya Rezanê kesên ku dixwazin pirtûkeke dîrokî bifiroşin hene, operasyonek kir.

Cendirmeyan li ser otomobîla ku gumanbar tê de bûn operasyonek kir û dest danî ser pirtûka dîrokî ya ku dê bihata firotin.

Pirtûka ku tê gotin 1400 salî ye, bi nivîsên zêrîn û motîfên olî û bi zimanê Îbranî hatiye nivîsandin û ji 17 rûpelan pêk tê.

Pirtûka dîrokî ya ku li ser çerm hatiye nivîsandin di qutiyeke darîn de hatiye parastin.

Wêne û motîfên pirtûkê saxlem in û rengên xwe parastine.

Di operasyonê da 4 gumanbar hatin desteserkirin.

Cendirmeyan pirtûka dîrokî ji bo lêkolînê bir Rêveberiya Muzexaneya Amedê.