Gabar: Berhemanîna rojane ya petrolê gihîşt 30 hezar bermîlî

Hewlêr (Rûdaw) - Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ragihand ku li Çiyayê Gabarê berhemanîna rojane ya petrolê gihîştiye 30 hezar bermîlî.

Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li ser hesabê xwe yê tora civakî amarên li ser petrola ku li Çiyayê Gabarê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê tê berhemanîn belav kirin.

TPAOyê ragihand ku li 23 bîrên li Çiyayê Gabarê berhemanîna petrolê rojane gihîştiye 30 hezar bermîlî û got:

“Armanca me heta dawiya salê rojane berhemanîna 35 hezar û heta dawiya 2024an jî rojane berhemanîna 100 hezar bermîl petrol e.”

Saziyê herwiha anî ziman:

“Ev serkeftin rengvedaneke wan gavên saxlem in ku em di warê serbixweyiya enerjiyê ya welatê xwe de diavêjin. Em bi şanazî radigihînin.”

Li gorî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin 150 milyon bermîl e, bihayê wê jî 12 milyar dolarên Amerîkî ne.

Di roja dawî ya sala 2022yan de 7 hezar û 714 varîl petrol li bîrên Şirnexê hatibûn berhemanîn. Bi vê yekê jî di berhemanîna petrolê de Şirnex bûye yekem parêzgeh.

Li gorî amaran li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 200 bîrên petrolê hene. Di roja dawî ya sala 2022yan bi giştî ji wan bîran 66 hezar û 639 bermîl petrol hatine berhemanîn.

Berpirsên Tirkiyeyê armanc dikin ku berhemanîna petrolê heta dawiya îsal bigihînin rojane 100 hezar bermîlan.

Ji bo gihîştina wê armancê jî Şirnexê weke navendeke girîng dibînin.