Xelkê Amedê li ser cihnedana xutbeya bi Kurdî çi dibêje?
Amed (Rûdaw) - Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê Alî Erbaş gotibû dê xutbeyên serokatiyê yên înê û rojên cejnê bi 8 zimanan li ser sîstema "e-devlet"ê cih bigirin.
Alî Erbaş, 8ê Kanûna Pêşîn li ser hesabê xwe yê tora civakî wêneyek parve kir.
Di wêneyê de tê gotin ku bi 8 zimanan mirov dikare li xutbeyan guhdar bike.
Di nav vêbijêrkên zimanan de Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî û Rûsî cih digirin lê Kurdî cih negirt.
Ev yek jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav Kurdan de bû sedema bertek û nerazîbûnan.
Rêveberên Sendîkaya Zanayên Olî Diyanet-Senê ku nêzîkî hikûmetê ye, xwest li bajarên Kurdan xutbe û weaz bi Kurmancî û Zazakî 2 zaravayên sereke yên Kurdî bêne dayîn.
Li cihên ku Zaza lê zêde ne bi Zazakî, li cihên ku Kurmanc lê zêde ne bila bi Kurmancî bê dayîn”
Serokê Diyanet-Senê ya Amedê Ehmed Yilmaz got, Hin navçe hene Zaza tê de zêde ne, navçe hene tê de Kurmanc zêde ne.
Dema li navçeyekê Zaza tê de zêde bin bila bi Zazakî bê xwendin, dema Kurmanc tê de zêde bin bila xutbe û weaz bi Kurmancî bên dayîn.”
Li kuçe û kolanên Amedê jî mirov mîkrofonê dirêjî kê dike, ew jî dixwazin xutbe û weaz bi zimanê dayikê bin.
Xelk ferzkirina zimanekî din li ser Kurdan kiryareke li dijî ola Îslamê dibîne.
“Divê li bajarên Kurdan bi Kurdî were dayîn”
Welatî Evdirezaq Ozdemîr diyar kir, “Li bajarên Kurdan xutbe divê bi Kurdî were dayîn. Bi Kurdî were dayîn çêtir e.”
Welatî Mihemed Huseyîn anî ziman, “Miletê li vir Kurd e, bi Kurmancî bidin baştir dibe.”
“Wisa bûye êdî ez naxwazim herim xutbeyê jî”
Welatî Omer Aslan got, “Xutbe? Xutbe divê bi Kurmancî be. Wile wisa bûye êdî ez naxwazim herim xutbeyê jî.”
Welatî Evdila Ozdemîr diyar kir, “Bi kurmancî bêje çêtir e.”
Welatî Emîn Karakuş wiha axivî, “Bi zimanê Kurmancî bê dayîn em kêfxweş dibin.”
“Bi zimanê me be xweştir e”
Welatî Hadî Kizilaslan ragihand, “Bi zimanê me be xweş e, bi zimanê me be xweştir e.”
Sala 2011ê li dijî xutbeyên bi Tirkî li bajarên Bakurê Kurdistanê nimêjên sivîl hatibûn destpêkirin û xelkê li şûna mizgeftan li parkan û cihên vekirî nimêj dikir.
Di van nimêjan de xutbe bi Kurmancî û Zazakî dihatin dayîn.