Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên du gerîlayên ku li Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya HPGyê, gerîlayên bi nasnavên Kurtay û Simko Hezîrana 2024an canê xwe ji dest daye.
HPGyê da zanîn ku nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:
Kurtay Şahîn: Navê wî yê fermî Davut Şahîn e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.
Simko Tolhildan: Navê wî yê fermî Mîlad Mûradî ye û ew ji bajarê Qurweyê yê parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Hat destnîşankirin ku Kurtay Şahîn 2013an û Simko Tolhildan jî 2018an berê xwe daye nav refên gerîlayan.