Di mehekê de 16 hezar geştiyar hatine Wanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê piştî hemû tedbîrên coronayê hatin rakirin ji Cotmeha 2021ê û heta niha nêzîka 16 hezar geştyar ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê re derbas bûne û serdana herêmê kirine.

Bi hatina geştiyaran rewşa aboriya parêzgehê Wanê jî baş bûye û vê jî dilê hemû sektoran xweş kiriye.

Xwediyê Otelê Turan Demir jî got: “Vebûna derî em kêfxweş kirin. Otelên me yên parêzgehê hinek ji wan ji sedî 60, hinek ji wan ji sedî 70ê û hindek jî ji sedî 90 tejî bûne. Ev gelekî baş e.”

Ji Cotmehê û pê ve her kesekî ku encama testa wan a Coronayê ya di nav 72 demjimêran de  “negatîf” be dikarin ji Rojhalatê Kurdistanê û Îranê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Geştyar Pervin Mirî got: “Me li wir test çêkir. Dema em derbas dibin jî ji me testê dixwazin. Testa me ya 10 rojan heye. Dema em dizîvirin jî testa xwe dikin.”

Geştyarên ku ji ber pandemiyê sala borî nikarîbûn bên parêzgehê bi vekirina derîyê sînor kêfxweşiya xwe tînin ziman ku dikarin serdana cihên balkêş û dilrevên ên parêzgehê bikin.

Geştyar Aida Hesten jî dibêje: “Ev cara pêncan e ku ez têm Wanê. Em bi awayekî ewle bazara xwe dikin û pêwîstiyên xwe dikirin. Mirovên vê derê gelekî baş in û mêvanperwer in. Li vir cihê geştê zêde ne. Her sal zêdetir pêş dikeve û xweşiktir dibe.”

Deriyê Sînor ê Kapikoyê li navçeya Sarayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye û ji ber Coronayê 24ê Adara 2020ê hatibû girtin û 17ê Îlona 2021ê jî hatibû vekirin. Piştî 8ê Cotmeha 2021ê li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî hemû tedbîrên Coronayê hatin rakirin serdana geştiyaran bo parêzgehê zêdetir bû.