Li Dêrsimê polîsan afîşên Seyîd Riza rakirin

Hwelêr (Rûdaw) - Endamên Platforma Demokrasî û Kedê yên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi armanca bîranîna  84emîn salvegera  sêdaredana Seyîd Riza û hevalên wî li çendîn bilboardên wê parêzgehê afîş bicih kiribûn, lê Dozgeriya Komarê ya wê parêzgehê biryar da ku ew afîş bên rakirin.

Li Dêrsimê afîşên ku di salvegera darvekirina wî de ji bo bibîranîna Seyîd Riza hatibûn danîn, bi fermana serdozger, ji aliyê polîsan ve hatin rakirin.

Ali Mukan, Karmendê Şaredariya Dêrsimê, dibêje, “Li Dêrsimê Seyîd û Pêşêngên wê hatine sêdaredan. Di 14-15ê Mijdarê de salvegera sêdaredanan e. Îro bi biryara dozgeriyê hewl tên dayîn ku afîş bên rakirin. Serokkomarê welat jî gotibû li Dêrsimê komkujî hatiye kirin û ji xelkê Dêrsimê daxwaza lêborînê kiribû. Di rastiyê de îro wateya lêborînê li Dêrsimê ev e.”

Li ser afîşan nivîsên wek “bila  cihê gorên seyîdên me  ku di sala 1937ê hatine sêdaredan bên eşkere kirin” bi zaravêyê zazakî “Xo Vira Meke”, wate ji bîr neke û “di 84emîn salvegera sêdaredana  Seyîd Riza û hevalên wî de em wan bi rêzdarî bibîrtînin”   hatibûn nivîsîn.

Endamên Platforma Demokrasiyê nerazîbûnê li dijî vê biryara dozgeriyê nîşan didin û dibêjin, “Nivîsên ku li ser wan afîşan hatine nivîsîn ne di çarçoveya tawanê de ne.”

Gonul Sonbahar, Endama Platforma Ked û Demokrasiyê, dibêje, “Em berî  niha li ser agahadarkirinê hatin vê derê. Ji me re hat gotin ku  afîşên Seyîd Riza ku li ser bîlboardan hatine bicihkirin tên rakirin. Dema em hatin û ligel polîsan axivîn wan gotin ku bi talîmata dozgeriyê afîş hatine rakirin. Em vê helwestê şermezar dikin. Me derbarê biryarê de agahdarnameya nivîskî xwest û em hej jî li bendê ne. Em vê helwestê şermezar dikin. ji ber ku  Seyîd Riza lehengek berxwedanê yê vê erdnîgariyê ye. Sêdaredana wî jî rastiyeke dîrokî ye û hemû cîhan vê dizane. Di van afîşan de ti tiştek nîne ku bikeve di çarçoveya tawanekê de.”

Parêzgeha Dêrsimê birîneke kûr e di dilê xelkê Bakurê Kurdistanê de. Serok û rêberê dîrokî yê xelkê vê parêzgehê  Seyîd Riza û 6 hevalên wî  di şeva 14ê Mijdara 1937an bi biryara dadgehê li parêzgeha Xarpêtê li meydana Genim hatin sêdaredan. Her sal  15ê Mijdarê Seyîd Riza û hevalên wî li çar parçeyên Kurdistanê tên bîranin.