Ji ber gefên Tirkiyê eşîrên Ereb ên Hesekê civiyan

Heseke (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê, foruma bi navê Êl û Pêkhateyên li Hesekê li dijî dijminkarî û destêwerdana Tirkiyê di karûbarên gelê Sûriyê de birêve çû û têde piraniya mezin û nûnerên êl û eşîrên Ereb amade bûn.

 

Şêwirmendê Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk jî amade bû, lê nûnerê eşîreke Ereb bi Kurdî daxive û dibêje, gef û êrîşên Tirkiyê ne bi tenê li dijî neteweya Kurd e lê ew li dijî tevahiya pêkhateyên deverê ye.

 

Cîgirê Ser. Partiya Parêzgaran, Ekrem Mehşûş dibêje, ew gefên Tirkiyê ne tenê gef in bo ser Kurdan, belku gef in bo ser Ereb, Suryan û pêkhateyên din jî û tekez dike, ku divê pêwendî li gel hikûmeta Sûriyê hebe, ji bo ku herêm parastî bimîne.

 

Ekrem Mehşûş dibêje, ew hewl didin komîteyekê ji berpirs û nûnerên êl û eşîran ava bikin, daku têkiliyê bi hikûmeta Sûriyê re bike, ku ew jî bi berpirsiyariya xwe rabe û bi gerentiya eşîran danûstandinên di navbera Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Şamê de careke din bêne destpêkirin.

 

Ekrem Mehşûş herwiha dibêje, divê herdu aliyên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser dest bi danûstandinan bikin û herwiha herdu alî dest ji hin helwestên xwe berdin, daku ew yek pêk were.

 

Nûnerekî Êla Cibûran jî daxwaz kir, ku tevahiya xelkê Sûriyê bi tevahiya bîr û baweriyên xwe bi yekdengî bi hev re bin, daku serwerî û yekîtiya axa Sûriyê bê parastin.

 

Berdevkê Êla Cibûr, Turkî el-Mendîl jî ji Rûdawê re dibêje: “Em wek Encûmena Êla Cibûr li Sûriyê daxwazê ji tevahiya Sûriyan dikin, ku bi hev re bicivin, divê em îro destê xwe deynin ser birîna xwe û xelkê xwe ji cade û kolanên Ewropa û cihên din vegerînin nav himbêza welat, û em bi temamî Sûrî bin û em berevaniyê di ber Sûriyê de bikin û rûmet û yekîtiya gel û axa vî welatî biparêzin.”

 

Di dawiya Foruma Êl û Pêkhateyên Hesekê de, daxuyaniyek hat derxistin, ku têde daxwaza yekdengiyê û pêşkêşkirina piştevaniyê ji Hêzên Sûriya Demokratîk û tevahiya hêzên niştimanî re daku rê li ber gef û êrîşên Tirkiyê bê girtin.