Artêşa Tirkiyeyê herêma Efrînê topbaran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê gundewarên Şera û Şêrawayê yên herêma Erînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî yên ji Herêma Efrînê, şevê din artêşa Tirkiyeyê gundewarên Şera û Şêrawayê yên herêma Efrînê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyan, artêşa Tirkiyeyê gundên Aqîbê û Bênê yên li nahiyeya Şêrawayê topbaran kirine.

Hevdem gundê Merenazê yê li nahiyeya Şerayê jî topbaran kiriye.

Di heman demê de artêşa Tirkiyeyê, li navçeya Şehbayê ya li bakurê Sûriyeyê gundên Til Çîçan û Bendava Şehbayê jî topbaran kirine.

Artêşa Tirkiyeyê ji 4ê Çiriya Pêşînê ve êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirine.