Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, da zanîn ku Amerîka ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê nîgeran e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde got:

“Amerîka ji ber tevgerên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê û bandora van tevgeran a li ser sivîlan nîgeran e.

Herwiha em nîgeran in ku dê ev tevger bandorê li operasyonên ji bo nehiştina DAIŞê jî bikin.”

Tirkiyeyê di demên dawiyê de êrişên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî zêde kirine.

Matthew Miller, bal kişan ser bandora van êrişan a li ser sivîlan û bandora wan a li şerê bi DAIŞê re.

Pirsa Diyar Kurde û bersiva Matthew Miller bi vî rengî ne:

Rûdaw: Spas, dixwazim li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê pirsekê bikim. Tenê di nava 72 demjimêr de, erişî 150 binkeyî hatiye kirin ku di nava wan de jêrxaneya sivîl jî heye û herwiha hejmareke zêde ya qurbaniyên sivîl jî hene. Ti daxuyaniyeke we li ser vê yekê heye? Gelo hûn wan êrişên Tirkiyeyê yên li herêma bakurrojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin?

Matthew Miller: Wilayetên Yekbûyî yên Amerîkayê ji çalakiyên leşkerî yên li bakurê Sûriyeyê û bandorên wan ên li ser xelkê sivîl û jêrxaneyê nîgeran e.

Herwiha em nîgeran in ku dê ev tevger bandorê li operasyonên ji bo nehiştina DAIŞê jî bikin.

Helwêsta me neguheriye, em piştgiriya xwe ya ji bo agirbestê didomînin û em dixwazin tundûtûjiyan rawestin.

Girîng e hemû alî rêzê li agirbestê bigirin û ev agirbest bidome. Girîng e dawî li tundûtûjiyan bê anîn da ku aramî li nav Sûriyeyê çêbibe.

Herwiha ji bo ku nakokî biqedin pêwîst e kar li ser pêkanîna çareseriyeke siyasî bê kirin.