Konsulê Çekya yê Hewlêrê: Li Kurdistanê jiyan gelek xweş e

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulê Çekyayê yê Herêma Kurdistanê Michal Svoboda, sala 1962an li bajarê Prerov li Komara Çekê ji dayik bûye. Li gelek welatên Asya wek dîplomat kar kiriye, ji wan Taylenda, Jakarta, Yangon û Kongo.

Konsulê Çekyayê yê Hewlêrê Michal Svoboda beşdarî bernameya Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Kanî Helebceyî bû û behsa kar û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê û jiyana xwe ya rojane kir.

Michal Svoboda behsa xweşiyên li Kurdistanê kir û got: “Jiyan pir xweş e li Kurdistanê. Ji bo me pir balkêş e ji yekem dema hatina me ve. Ji ezmûnên din ên mana min li cihên din pir cuda ye. Lê divê bêjim em çêjeke zêde ji mana xwe li vir dibînin. Çunke xelk li vir pir rûxweş û baş in. Mirov, dîrok, dîrokeke pir dewlemend e. Herwiha xweza, bi rastî xwezayeke wê ya pir bedew heye. Em çêjeke zêde ji gerên xwe werdigirin. Em diçin cihên dîrokî û cihên geştyarî, herwiha em ji çiyavaniyê pir hez dikin. Niha ji ber van mask û tedbîran hinekî zehmet e.”

Derbarê têkilbûna çandan û naskirina hevjîna xwe de Michal Svoboda got: “Gelek caran çêdibe dîplomat jinekê ji wî welatî bînin ku lê kar dikin. Ev rewşa min jî bû. Dema mana min li Taylenda, min hewl dida hinekî fêrî zimên bibim, ji wê çaxê ve em pir nêzîkî hev bûn. Şêweya karê min wisa ye ku ez pir geşt dikim. Hergav cihek heye, tu dikarî bêjî mal e. Ji bo min maleke min Çek e û duyem Taylenda ye. Herwiha, mala min ew hemû cih in ku jina min bi min re ye, lewma Hewlêr jî mala min e.”

Michal Svoboda ji werzişê pir hez dike. Her ku dema wî hebe, bi mamosteyê xwe re ku qehremanekî Iraqê ye, bi tenîsê dilîze.

Svoboda diyar kir ku cihê wan m ofîseke biçûk e û wiha behsa kar û xebatên xwe kir: “Karmendên me li vir kêm in. Lewma divê em di kar de hûr bin. Roja min pir qerebalix e. Em giringiyê didin pêwendiyên aborî û kultûrî. Herwiha geşedan û mirovatî. Ji bilî vîza û dabînkirina piştgiriya karên konsulgerî, ji welatiyên Çek û Herêma Kurdistanê re jî. Lewma berpirsiyariyên me fireh in, û roja min pir mijûl birêve diçe.

Derbarê sudden Herêma Kurdistanê de jî Svoboda wiha axivî: “Em dixwazin Herêma Kurdistanê bêtir bi kompaniyên Çekî bidin naskirin, em rewşa vê derê ji wan re zelal dikin, geşedan û pêdivî di kîjan warî de ne û dikarin di çi war û cihekî navçeyê de kar bikin. Em Herêma Kurdistanê wek derfeteke pir baş ji bo sûdwergirtin û bihêzkirina rewşa aborî dibînin. Sûd hem ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê û hem bazirganên Çek e. Dikarin bi hev re kar bikin û rewşa aborî bihêz bikin.”

Ji bo wergirtina vîzaya Çekyayê Svoboda dide zanîn ku wergirtin ne zehmet e, lê divê tedbîran baş wergirî û tiştan wek hene tijî bik û dibêje: “Konsulxaneya giştî ya Çekyayê li Hewlêrê navenda sereke ya dayîna vîza bo hemû Iraqê ye. Bo wergirtina vîzayê, em heman tiştan dixwazin ku welatên Schengen bo dayîna vîza ji welatiyên iraqî dixwazin. Vîza me ya kurt û dirêj heye, ya dirêj taybet bi xwendekaran e. Hejmareke zêde ya xwendekarên Iraq û Kurdistanê li zanîngehên Çekê dixwînin. Em hemû hewldanan dikin karê wan hêsantir bikin.”

Michal û hevjîna xwe Întîra ji ger û çiyavaniyê pir hez dikin û  ew wiha behsa cihên geştyarî yên Hewlêrê dike: “Ev tenê Sefîn e, demjimêrekê dûrî Hewlêrê ye. Wek jina min jî got em ji navçeya Çoman, Helgurd û Sekran pir hez dikin. Dema me cara pêşî serdana wir kir, em bi wan kesan re axivîn ku National Parka Helgurd-Sekran birêve dibin. Me serdana kampînên wan kir. Em çêjeke mezin jê dibînin. Jina min di înternetê de wêneyekê dibîne û dibêje de hilo em herin wir! Erê, dîmenên bedew, siruşta dilrevîn, kevir û çiya. Bêguman xweştirîn dem bo van navçeyan bihar e. Em ji biharê pir hez dikin.

Jina min ji wênegirtinê pir hez dike. Wêneya wan hemû tiştan digire. Tiştekî din heye ku dixwazim behs bikim. Min çend carên din jî gotiye. Gava tu têyî cihekî ewqas bedew, dîmeneke ewqas dilrevîn û ev kevirên xas. Lê gava tu li derdora xwe dinerî, tu wan hemû botlên plastîk û naylon ku hatine avêtin dibînî. Bi rastî divê xelk bêtir agadarî vê bin. Ev xwezaya we ye. Ev serweta we ye. Divê hûn wê biparêzin.”

Gelek caran gava navê welatekî ji me re dibêjin, dibe ku em cara pêşî nizanibin li kû ye, lê bê guman gotinek heye ku pêwendî ye di navbera vî welatî û bi bîra te tîne. Wek nimûne konsul dibêje ku kesek ji min re dibêje tu ji kû yî? Gava dibêjim Çek, gelek kes nizanin, lê gava dibêjim brno yekser her kes dibêje çek! Çunke ev çek li bajarê Brno li welatê Çekê hatiye çêkirin ku duyem bajarê mezin ê Çekyayê ye. Herwiha çend sirûştên niştimanî yên Kurdistanê jî li welatê Çekyayê hatine tomarkirin.