Ti alî rêgiriyê li hemberî binpêkirinên li Efrînê nake

11-10-2018
RÛDAW
Binpêkirinên hêzên çekdar li Efrînê berdewam in
Binpêkirinên hêzên çekdar li Efrînê berdewam in
Nîşan Rojavayê Kurdistan Efrîn Binpêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê binpêkirin û kiryarên li dijî xelkê ji aliyê çekdaran ve berdewam in û heta niha ti aliyek an rêxistinekê rê li ber wan kiryaran negirtine.

 

Binpêkirinên hêzên çekdar li Herêma Efrînê berdewam in. Heta niha jî ti aliyekî navdewletî rêgirî li pêş tawanên ku ji aliyê wan çekdaran ve encamdan, nehatiye kirin.


Encûmena Xwecihî ya Efrînê, di cîbicîkirina projeya vekirina rêya navbera Cindirêsê û gundê Hemamê de, berdewam e. Mebest ji wê rêyê ew e ku deriyekî sînorî di navbera Efrîn û Tirkiyê de bê vekirin.


Ji bo vekirin û firehkirina vê rêyê jî hêzên Tirkiyê û Encûmena Xwecihî ya Efrînê bi sedan darên zeytûnan li ser vê rêyê birrîn. Heta niha jî xwediyên wan darên birandî nehatine qerebûkirin, weke çawa ku ev proje bi nerazîbûna wan hate destpêkirin.


Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê nîşanê bi wê yekê didin ku di vê projeyê kar ji bo vekirina rêya navbera Herêma Efrînê û Bendera Iskenderunê, bi mebesta çûnûhatina barhilgirên bazirganiyê û veguhastina zeyt û zeytûnan û keresteyên din ku wê di navbera herdu aliyên sînor de bêne veguhastin.


Welatiykî ji Efrînê ragihand ku kar ji bo deriyê sînorî tê kirin, ku dibe di demeke nêzîk de ev derî bi awayekî fermî bê vekirin. Hinek çavkanî jî dibêjin: Egera wê yekê heye ku ev deriyê sînorî weke alternatîv be ji bo herdu deriyên sînorî yên Bab Elhewa û Etmê.


Di heman demê de jî çekdarên opozsiyonê bi piştgiriya artêşa Tirkiyê darên zeytûn, hinar û behîvan, li nahiyeyên Reco û Cindirêsê dizîne yan jî birrîne, ji bo ku wan li Ezaz û Idlibê bifiroşin. Li beramber van kiryaran jî Polîsên Leşkerî rêgirî li ber wan çekdaran nekir, ku di vê derbarê de biryarek ragihandibûn, tê de birrîna daran li Efrînê qedexe kiribû.


Çekdar herwiha dest datînin ser zevî, mal û milkên koçberên Efrînê, ku ji bo prastina jiyana xwe, reviyane navçeyên Şehbayê.


Li Bendava Meydankê jî, li nahiyeya Şera, çekdarên hêza bi navê “Hêza Sultan Murad” alav û amêrên karkirina bendavê dizîne, di encamê de jî av ji ser bajarê Efrînê hate qutkirin. Çekdaran herwiha amêrên elektrîkê yên Bendava Meydankê dizîn, di encamê de jî bendav nema kar dike.


Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê hatine bidestxistin, Encûmena Xwecihî ya Efrînê, di mehê de 2 rojan avê dide welatiyan, êdî ew neçar dibin avê bi sîtêr û tankeran bikirin, ev yekî bargiraniyekê li ser wan dirust dike, ku dahata wan a darayî jî nemaye û drfetên kar nayên peydakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst