Erebên rojavayê Dîcleyê zarokên xwe dişînin dibistanên Kurdî

Zumar (Rûdaw) – Erebên sunî yên li rojavayê Dîcleyê daxwaz dikin ku bi hemû awayî ser bi Başûrê Kurdistanê bin û ji niha ve zarokên xwe dişînin dibistanên Kurdî.

 

Li rojavayê Dîcleyê nêzîkî 5 hezar Ereb dijîn û piraniya wan beşdarî referandumê bûn û dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kar anîn. Niha jî tevî ku dikarên zarokên xwe bişînin dibistanên perwerdeya bi zimanê Erebî, lê zarokên xwe dişînin dibistan perwerdehiya bi zimanê Kurdî.

 

Du keçikên Ereb ên bi navê Eşwaq û Şurûq niha di pola 3emîn a seretayî de ne û dibêjin, ku em hatine dibistanên Kurdî da ku bi zimanê Kurdî bixwînin.

 

Mamosteyê her du keçikan diyar dike, ku li rojavayê Dîcleyê gelek ereb hene ku bi zimanê Kurdî perwerde dibînin.

 

Dayîka her du xwişkên Ereb ji Rûdawê re ragihand: “Min hilbijart ku ew biçin bi Kurdî bixwînin û baş e ku kesên Ereb bi Kurdî bizanin û eger du zimanan bizanin gelek baştir e. Keçeke min dixwest dest ji xwendinê berde, lê min jê re got xwendina xwe bidomîne.”