Gumanbarên doza Narînê sewqî dadgehê hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - 25 kesên ku ji ber kuştina Narîn Guranê hatibûn desteserkirin sewqî dadgehê hatin kirin ku di nav wan de dê, bav û birayê Narîn Guranê jî hene.

Cenazeyê Narîn Guranê piştî windabûna wê bi 19 rojan li nava çem hatibû dîtin.

Li Amedê lêpirsîna derbarê Narîn Gurana 8 salî didome.

25 gumanbarên ku di çarçoveya kuştina Narînê de hatibûn desteserkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.

Di nav wan de dê, bav û birayê Narînê jî hene.

Nevzat Bahtiyar hat girtin

Gumanbar Nevzat Bahtiyarê hat girtin ku li xwe mikur hatibû ku cenazeyê Narînê di çem de veşartiye.

Nevzat Bahtiyar piştî hat tesbîtkirin ku bi otomobîla xwe çûye qeraxa çem, hatibû desteserkirin.

Bahtiyar di lêpirsînê de li xwe mikur hatibû û gotibû, “Muxtar laş di telîsekî de da min. Min jî telîs bir ber çem.”

Melayê gund hat berdan

Melayê gund ê ku di nav kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn desteserkirin piştî îfadeya li fermandariya cendirmeyan hat berdan.

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya roja yekşemê (8ê Îlonê) ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu jî eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava telîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Termê Narîn Guranê di nava telîsekî de li ber çemekî nêzîkî gund hat dîtin.

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Piştî dîtina termê Narînê 3 dozgerên komarê hatin peywirdakirin û dê, bav, ap û birayên Narînê jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin.