Ensarîoglu daxuyanî da: Gelo Narînê çi dît û hat kuştin?

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu li ser sedema kuştina Narînê daxuyaniyeke nû da.

Axaftina Galîp Ensarîoglu ya 8ê Îlonê ya li ser kuştina Narîn Gûrana 8 salî bûbû sedema nerazîbûnan.

Galîp Ensarîoglu ji Sozcu TVyê re gotibû, “Carinan hinek tişt hene ku em nizanin û carinan jî em dizanin lê divê em nebêjin.

Ji ber ku malbat nas û dost e û mijar pir hesas e, em naxwazin tiştekî ku wan zêde aciz bike bibêjin.”

“Gotinên min hatin berevajokirin”

Galîp Ensarîoglu axaftina xwe ya ji Sozcu TVyê re kiribû piştî bertekan ji Serbestiyetê re zelal kir û got:

“Gotinên min, ji aliyê kesên ku dixwest vê bûyera biêş a qetilkirina keça me ya nazik, bikişînin nav nîqaşên siyasî ve, hat berevajokirin.

Lêpirsîn bi awayekî pir cidî tê kirin. Bûyer dê bi encamên ji otopsiyê derkevin û piştî temamkirina lêkolînên berfireh ên li Tiba Edlî, bi temamî zelal bibe.

“Civak ji her demê bêhtir hestyar û hişyar e”

Lêpirsîn dê bigihêje encamê û kesên ku ev cînayet kiriye û yên ku şirîkê wê ne, dê bên eşkerekirin û ew dê cezayê heq dikin wergirin.

Civak ji her demê bêhtir hestyar û hişyar e û dewlet dê vê meseleyê çareser bike.”

“Ji malbatê hevalên min hene”

Ensarîoglu amaje bi wê yekê kir ku hinek alî dixwazin bûyerê bikişînin nav nîqaşên siyasî û ew agahiyên şaş belav dikin û wiha domand:

“Min bal kişand ser van şîroveyên şaş û nepenîtiya lêpirsînê.

Ez ji roja ewil ve mijarê dişopînim, herêmê ji nêzîk ve nas dikim û wekî min got ji malbatê hevalên min hene.

Min bi tevahî tekezî li ser nepeniya lêpirsînê kir.

Hinek kesan gotina min a ‘Di nav malbatê de hevalên me hene’ berevajî kir û heta hinek kesan nivîsand ku qaşo min gotiye ‘Divê ti kes ji malbatê neyê desteserkirin’

“Lêpirsîn hîn jî didome”

Ew wate dernakeve ku hemû endamên malbatê yên hatine desteserkirin û yên ku nehatine desterserkirin tawanbar in an jî ne tawanbar in. Lêpirsîn hîn jî didome.

Li ser pirsa “Li gorî agahiyên derbarê kuştina Narînê û zanyariyên ku te ji herêmê bi dest xistine nirxandineke te heye?” Ensarîoglu wiha got:

“Wekî ku tê zanîn yek ji tohmetbaran li xwe mikur hat ku mamê Narînê yê muxtar Salîm Guran termê Narînê radestî wî kiriye û wî jî li nav çem veşartiye.

Salîn Guran piştî ku hefteya borî şopên DNAyê yên Narînê di otomobîla wî de hatin dîtin û hat zanîn ku wî hinek peyamên telefona xwe jê birine, hat girtin.

“Narîn piştî kursa Quranê gihîştiye malê”

Serpoşa Narînê ya ku dema ji kursa Quranê derket li gel wê bû, li mala wê hat dîtin.

Ev jî agahiyeke girîng e, ji ber ku dihat îdiakirin ku dibe ku Narîn beriya bigihêje malê hatibe revandin.

Lê dîtina serpoşê li malê nîşan dide ku Narîn gihîştiye malê.

Her wiha ciwanên gund wê rojê ji bo daweta ku dê du roj şûnde çêbibe, çûne gundên derdorê.

Narînê çi dîtiye?

Dibe Narînê tiştek dîtibe ku divê nebîne û mamê wê ew ji ber vê kuştibe.

Lewma dibe ku Narîn ji aliyê mamê xwe Salîm Guran ve ji ber tiştekî ku divê nebîne dîtiye hatibe kuştin.

Lê ew heta niha jî vê yekê red dikin.”

Ensarîoglu îdiayên ku dibêjin malbat nêzîkî HUDA PARê ye red kirin û got:

“Pêwendiya malbatê bi HUDA PARê re nîne”

“Ti eleqeya wan bi HUDA PARê re nîne. Berê dema ku ez serokê parêzgehê yê Partiya Dogru Yolê bûm, hevalekî me yê ji malbata Guranê di rêveberiya me de hebû.

Kalikê Narînê yê rehmetî jî hevalê min bû. Malbat bi giranî ji kevneşopiya Partiya Refahê tê.

Endamekî wê malbatê demekê birêvebirê ÎYÎ Partiyê yê Amedê bû.

Biraziyekî wan heye ku di nav Birêvebiriya AK Partiyê ya Baxlarê de ye.”