Li Xarpêtê qezayên motorsîkletan: 2 mirî û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, di du qezayên cuda yên motorsîkletan de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li cadeya Zubeyde Hanimê ya Xarpêtê motorsîkletê ku F.B. diajot li dîwarê nav rê qelibî û wergeriya

Di qezayê de F.B. û kesê ku li gel wî li motorsîkletê siwar bû canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê veguhastin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.

Li aliyê din, li cadeya Yahya Kemalê jî motorsîkletê ku M.T. dijaot li kesekî bi navê F.D. qelibî.

Di qezayê de M.T. û F.D. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar birin nexweşxaneyê.