Hat Nûkirin - Di şerê li Zap-Avaşîn de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li navçeya Zap û Avaşîn-Basiyanê di nav axa Herêma Kurdistanê de 4 leşkerên wî welatî hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kir, îro 11ê Îlona 2022 li navçeya operasyona Pence-Kilîdê ku dike navçeya Zap û Avaşîn-Basiyan, di navbera leşkerên wî welatî û gerîlayên PKKê de şer derketiye û di encama wî şer de 2 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya wezaretê, nasnameya wan leşkeran Harun Yildirim û Savaş Borlu û pileya wan Çawişê Pispor hatiye ragihandin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha diyar kir ku leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Lê belê Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê zirarên PKKê yên di wî şerî de ti agahî belav nekirine.

2 leşkerên birîndar mirin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê paşê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku du leşkerên birîndar li nexweşxaneyê mirine.

Li gor wezaretê, herdu çawişên pispor Gokhan Agîl û Fatîh Kalkan li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan canê xwe ji dest dane û bi wê yekê hejmara leşkerên kuştî yên wî welatî ku îro di şerê li Zapê de hatine kuştin, bo 4 leşkeran bilind bû.