Konsul Omer Elkenderî: Kuwêyt dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re xurt bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serowkezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro duşemî 11ê Îlona 2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Konsulê Giştiyê dewleta Kuwêytê yê li Herêma Kurdistanê Omer Elkenderî û şandeka pê re kir û di civînekê de tekezî li ser xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Kuwêytê hat kirin.

 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Konsulê Kuwêytê di vê civînê de behsa têkeliyên du alî, hevkariyên mirovî yên dewleta Kuwêytê bo koçber û penaberên destê terorê yên li kampên Herêma Kurdistanê ku bi rêya rêxistinên mirovî dabîn dike, kir û tekezî li ser berdewamiya wan hevkarî û alîkariyan kir.

 

Omer Elkenderî spasiya sazî û rêxistinên xêrxwaziyên Herêma Kurdistanê kir, ku hevahengî û hevkariyeke baş dikin, daku ew alîkarî bi awayekî rast û dirust bigihîjin kampên koçber û penaberan.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya dewlet û Emîrê Kuwêytê kir ji bo wan alîkarî û hevkariyên gihandine koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û got, ku wan alîkariyan piçke ji barê giranê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê siv kir.

 

Nêçîrvan Barzanî got, ku Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn pêwendî ligel dewleta Kuwêytê hebe û Herêma Kurdistanê dê bi germî pêşwaziyê li sermayedar û kompaniyên Kuwêytê bike, ku bihên li Herêma Kurdistanê di warên cuda de sermayeyên xwe birazînin.

 

Rewşa Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, pirsa referendum û paşeroja têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.