Navenda Nûçeyan - Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ê bi navê Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê çû navçeya Gemlik a Bursayê.
Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo bi birayê xwe Ocalan re hevdîtinê bike çû Gemlikê.
Hate diyar kirin ku piştî kar û karê fermî Mehmet Ocalan bi keştiya Tuzlayê ber bi Îmraliyê ve ket rê.
Tê gotin Mehmet Ocalan piştî ji Girava Îmraliyê vegeriya dê daxuyaniyekê bide.
Bi minasebeta Cejna Qurbanê destûr dabûn Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê mehkûm e, bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinê bike.
Mehmet Ocalan, herî dawî di 6ê Cotmeha 2014ê de bi helkefta Cejna Qurbanê li Îmraliyê çûbû serdana birayê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse