Li Rihayê boriya avdaniyê teqiya: Erdên çandiniyê zerer dît

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê, boriya avdaniyê teqiya û di encamê de erdên çandiniyê zerer dît.

Li gundê Xerabsorê yê Sirûcê îro boriya avdaniyê ya ji Bendava Ataturkê ya ber bi Deşta Sirûcê ve hatiye kişandin ji ber serdemeke nehat zanîn teqiya.

Di encama bûyerê de erdên garis di bin avê de man û zerera madî çêbû.

Piştî xebatên demjimêrekê av hat rawestandin û boriya ku teqiya hat çêkirin.

Nehat zanîn ku ji ber bûyerê çiqas zerer çêbûye.