Kurdan Kerkûk stand, Bafil Talebanî axivî!
Hewlêr (Rûdaw) - Bafil Talebanî piştî ku Parêzgeriya Kerkûkê ket destê Kurdan pirsên rojnamegeran bersivandin.
Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê doh bi şev li Bexdayê li Otela Rêşîdê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.
5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.
Di vê civînê de Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha bû parêzgarê nû yê Kerkûkê.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî piştî vê yekê pirsên rojnamegeran bersivandin.
“Kerkûkê û xelkê Kerkûkê pîroz bikin”
Bafil Talebanî diyar kir ku divê gelê Kerkûkê were pîrozkirin û li pey çû:
“Yekîtiyê (YNK) pîroz mekin, Kerkûkê û xelkê Kerkûkê pîroz bikin. Yekîtî dê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bişopîne.”
“Divê me Kerkûkê bikin mînaka bihevrejiyanê”
Talebanî diyar kir ku ew dê di xizmetan de cudahiyê nexin navbera gelan û got:
“Beriya ku em ji Kurdan re bixebitin em dê ji bo xwişk û birayên xwe yên din bixebitin.
Pêwîst e ku em Kerkûkê aşt bikin, pirsgirêka Kerkûkê ew e ku tim wekî pirsgirêkê behsa wê tê kirin.
Divê me Kerkûkê bikin mînaka bihevrejiyanê, mînaka dewlemediyê û mînaka aramiyê.
Piştî Xwedê heta salek du salên din ji dêlva ku bibêjin ‘pirsgirêka Kerkûkê’ dê dibêjin ‘Em dixwazin ev der jî wekî Kerkûkê be.’
Ez hemû hevalên me yên li Kerkûkê pîroz dikim.
Ez destxweşiyê li hemû çîn û pêkhateyên li Kerkûkê dikim û ez sozê didim wan ku dê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê siyaseta Mam Celal bi cih bîne.
Em dê bi çavekî li hemû aliyan binêrin û em dê aliyên din li pêşiya xwe deynin.”
Bafil Talebanî pirsa nûçegihanê Rûdawê ya bi rengê “Peyama te ji bo wan aliyên ku beşdarî civînê nebûne çi ye?” wiha bersivand:
“Min axaftina xwe kir, divê ez peyama xwe rasterast ji wan re bibêjim. Ez nikarim ji te re bibêjim.
Ez dê bi wan re biaxivim.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 11, 2024
Bafil Talebanî:
🎤YNKyê pîroz mekin, Kerkûkê û gelê Kerkûkê pîroz bikin
🎤YNK dê li Kerkûkê siyaseta Mam Celal bişopîne
🎤 Pirsgirêka Kerkûkê ew e ku tim wekî pirsgirêkê behsa wê tê kirin@Bafeltalabani #Kerkûk pic.twitter.com/DjJATD7g5n
Hilbijartinên Kerkûkê
Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.
Encûmena Kerkûkê tevî kursiyê ku kotaya Xiristiyanan e ji 16 kursiyan pêk tê.
Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.
Li gorî encaman, kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibin:
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 5 kursî
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 2 kursî
Eniya Tirkmenî: 2 kursî
Qiyade: 2 kursî
Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî
Urube: Kursiyek
Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.
Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.