Li Dêrezorê 6 çekdarên grûpeke nêzîkî Îranê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Meyadînê ya bajarê Dêrezorê, li dijî otomobîla grûpeke hikûmeta Sûriyeyê ya Îran piştgiriyê dide wê êrişa asmanî hat kirin.

Balafirên şer li navçeya Meyadînê di navbera gundên Keşme û Duweyrê de li otomobîla komên ku Îran piştgiriyê dide wê, xist.

Hat gotin ku di êrişê de 5 çekdar hatin kuştin.

Li Dêrezorê hebûna komên ku Îran piştgiriyê dide wan

Dêrezor dikeve ser sînorê Sûriye û Îraqê, ji Îranê heta Libnanê rêya bejayê ji vî bajarî re derbas dibe.

Beşeke Dêrezorê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Navenda bajarê Dêrezorê û rojavayê wê bi alîkariya komên ku Îran piştgiriyê dide wan û bi alîkariya Rûsyayê Çiriya Paşîn a 2017an ket destê rêvebiriya Şamê.

Komên ku Îran piştgiriyê dide wan, bûne wekî hêza bejayê ya rêvebiriya Şamê.

Li Dêrezorê Erebên Sunî dijîn. Komên ku bi eslê xwe ji Îran, Îraq, Libnan, Efxanistan û Pakistanê ne di binê fermandeya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê de ne.

Axa Dêrezorê ya ku dikeve aliyê rojhilatê Çemê Feratê jî di binê kontrola HSDyê de.