Rêbiwar Taha: Li Kerkûkê qonaxeke nû dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê nû yê Kerkûkê Rêbiwar Taha got, "Ji îro û pê ve qonaxeke nû li Kerkûkê dest pê dike, ku ew qonaxa aştî, xweşî û bê cudahî xizmetkirina hemû welatiyan e."

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê doh bi şev li Bexdayê li Otela Rêşîd bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya.

5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdarî civînê bûn.

Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha wekî parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin.

“Qonaxeke nû dest pê dike”

Rêbiwar Taha piştî ku hat hilbijartin daxuyaniyek belav kir û wiha got:

“Welatiyên Kerkûkê, hêz û aliyên siyasî yên hêja.

Em her kesî dilniya dikin ku ji îro û pê de qonaxeke nû li Kerkûkê dest pê dike ku qonaxa aramî, xweşî û bê cudahî xizmetkirina hemû welatiyan e.

Li vê derê em radigihînin ku emê hemû hewlên xwe ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê, bilindkirina asta xizmetguzariyan, vejandina jêrxana aborî, pêşxistina sektorên curbicur û bikaranîna çavkaniyên dewlemend ên Kerkûkê ji bo baştirkirina debara jiyana welatiyên Kerkûkê bikin.

Her wiha em tekez li ser wê yekê jî dikin ku em dê vê helwestê wekî amûrek ji bo pêkanîna lihevkirina siyasî û civakî, bihêzkirina hevqebûlkirin, hevkarî û bihêzkirina biratî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Kerkûkê de bê cudahî bi kar bînin.

Her wiha em tekez dikin ku parêzgarê bê yê Kerkûkê dê bê cudahî bibe parêzgarê Kurd, Ereb, Tirkmen, Mesîhî, hemû çîn û pêkhateyên Kerkûkê.

Gelekî spas ji bo berxwedana xelkê xebatkar ê Kerkûkê, spas ji bo baweriya endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, spas ji bo piştevaniya Serok Bafil Talebanî û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, spas ji bo tîma ku em bi hev re xebitîn û em bi hev re bi ser ketin.

Bi alîkariya Xwedayê mezin em dê layiqî vê emanetê bin û em dê vê berpirsyariya mezin jî bi cih bînin.”

Hilbijartinên Kerkûkê

Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Encûmena Kerkûkê tevî kursiyê ku kotaya Xiristiyanan e ji 16 kursiyan pêk tê.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Li gorî encaman, kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibin:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 2 kursî

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 5 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Qiyade: 2 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî

Urube: Kursiyek

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.