Topbarana Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî didome
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bi hev re gundewarê bajarokê Eyn Îsa û rêya M4 a navdewletî topbaran kirin. Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê topbaranên Tirkiyê de daxuyaniyek weşand û ragihand, di nava çend rojên bihorî de 69 gulletop li gund û navçeyên cuda cuda yên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê ketine xwarê.
Hêzên Tirkiyê duh Çarşembê 10ê Tebaxê gundên Dibis, Hoşan û Xalidiye yên Eyn Îsayê û rêya M4 bi tundî hatine topbarankirin. Di derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Roja 9 Tebaxê jî gundê Serimsaxa Banî li navçeya Girkê Legê hatibû topbarankirin.
Di vê heftê de gelek deverên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê rastî topbaran û bombebaranên Tirkiyê û çekdaran hatine.
Li nahyeya Şêrawa ya Efrînê jî gundên Sixonekê, Aqîbê û Bênê hatine topbarankirin, û li gor zanyariyên ji medyaya nêzîkî HSDê 20 gulletop li wan gundan ketine xwarê.
Asayişa Rojava: 69 top li gundên Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê ketine
Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku bi fermî weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê tê naskirin, amarên êrîşên Tirkiyê ên çend rojên derbasbûyî belav kirin.
Li gor daxuyaniya Asayişa Rojavayê Kurdistanê, heya saet 22:00 şeva 9ê Tebaxê 69 top li gundên Qamişlo, Amûde, Dirbêsiyê ketine.
Asayiş dibêje, Tirkiyê topbarana xwe ya bêserûber li navçeyên sivîlan li Qamişlo, Amûde û Tirbespiyê zêde kiriye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, li Qamişlo û gundewarên wê 15 gulletop ketine û 6 sivîl birîndar bûne ku 3 ji wan zarok û 2 jî jin in. Herwiha li Tirbespiyê 23 gulleyên topê ketine û di encam de zarokek û jinek birîndar bûne, li Amûdê 21 gulletop ketine û kesek birîndar bûye, li Dirbêsiyê jî 10 gulletop ketine.
Asayişa Rojavayê Kurdistanê destnîşan kiriye, zêdebûna êrîşên Tirkiyê bo ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya terorê dikin.