Li Êlihê ji bo wergirtina kar ya 29 kesan 8 hezar û 973 kesî serlêdan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê Kompaniya bi nave Çagatay ji bo 29 karmendên ku dê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê kar bikin belavok weşand û 8 hezar û 973 kesî serlêdan kir. Ev bûye sedem ku rêjeya bêkariyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hê baştir bê dîtin.

Kompaniya Anonîm a Xizmetên Saziyî ya Çagatay a îhaleya “girtina kar a xizmeta xwarinê” ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê girtiye, bi armanca wergirtina 29 karmendan belavok weşand û di encamê de 8  hezar û 973 kesan serlêdan kir.

Li gor peyama kompaniyê ji bo pêwîstiya 17 garsonan 5  hezar û 702 kesan, 3 firaqşoyan 1 hezar û 941 kesan, 4 alîkarê xwarinpêjan 545 kesan, kesekî kêmendam ê paqijiyê 497 kesan û bo firaqşoyekî kêmendam 97 kesan serî lê daye.

Bi vî awayî 8 hezar û 74 kesan mafên ketina pişkê qezenc kiriye.

Hatiye ragihandin ku wê hilbijartina personelan li Hola Konferansê ya Ahmet Guneştekîn bi erê kirina noterê pêk were.

Saziya Amaran a Tirkiyê –TUIKê ragihandibû ku di Hezîranê de rêjeya bêkariyê li Tirkiyê ji sedî 10.6 e.