Li Îlam û Kirmaşanê agir bi 50 hektar erd ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Îlam û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê di encama derketina agir de bêhtirî 50 hektar ji erdên çandiniyê û daristan şewitîn
Rêveberiya Agirvemirandina Kirmaşanê da xuyakirin ku şeva borî beşek ji daristan û mêrgên li ser rêya Kirmaşa-Kengaver şewitîne û di encamê de gelek ziyan gihştiye navçeyê.
Berpirsên agirvemirandinê diyar kir ku ji ber rewşa keşûhewa wan nekarîne zû agir kontrol bikin, lê xelk dibêjin ku tîmêîn agirvemirandinê di dema xwe de neçûne cihê şewatê.
Rêveberê agirvemirandinê daye xuyakirin ku li gorî lêkolînên destpêkê derketiye ku agir bi enqest hatiye derxistin.
Ji aliyê din Rêveberê Polîsê Sîrwan li parêzgeha Îlam da zanîn ku 50 hektar ji erdê çandiniyê yê wê parêzgehê ji ber derketina agir şewitîne.