Şandeke ENKSê serdana kampa Kewirgoskê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) serdana kampa Kewrgoskê kir û civîneke vekirî ji penaberên Rojavayê Kurdistanê lidar xist.

 

Di nav kampa Kewirgoskê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê de, şandeke ENKSê civîneke vekirî ji penaberên wê kampê re lidarxistin û têde behsa biryarên kongreya xwe ya vê dawiyê û hevdîtinîn xwe yên diplomatîk kirin.

 

Di wê civîna vekirî de Serokê Encumenê Brahîm Biro balkişand ser biryarên kongreya dawiyê ya Encumenê û encamên hevdîtinên dîplomasî ji aliyê xwe ve jî penaberan daxwaza lihevkirineke siyasî kirin da ku çareseryek ji rewşê bi giştî re bê dîtin.