Penaberên Kampa Domîzê dixwazin tevlî rêzên Pêşmerge bibin

 

Domîz (Rûdaw)- Raste penaber in û di kampên penaberan de dijîn, ji mala xwe dûr, di nava xem û êşên giran de ne. Lê ew dibêjin, dema ku Başûrê Kurdistanê dikeve metirsiyê ewê biparêzin, û mil bi mil bi pêşmergeyên Kurdistanê re şer bikin.

Li gor penaberên Kampa Domîz, şerê ku niha li dijî Başûrê Kurdistanê dibe, ne tenê li dijî vî beşê Kurdistanê ye, her wiha ew li dijî hemû netewa Kurd e, ji ber vê yekê erkê her kurdekî ye ku bergiriyê li axa welat bike û diyar dikin ku ew amade ne xwebexş di nava şer de cih bigirin û bibin Pêşmerge. 

Penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa domîz xwe dûrî şerê pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê nabînin û hejmarekeji penaberan dixwazin xwebexş mil bi milê Pêşmerga şer bikin lewma ew dibêjin şerê niha dijî netewa Kurde û berevaniya ber kurdan ser her kesî erkeke.

Penaberên Kampa domîz , ku kampa yekemîn piştî krîza Sûriyê hatiye ava kirin xwe dûrî şerê Pêşmerge û çekdarên DAIŞê nabînin lewma ew dibîn ,yek gotara Kurdî pêdiviyeke ji  bo serketina Pêşmerge.

Hin ciwanên kampê xwe dibînin berpirsiyar di ber parstina Başûrê Kurdistanê de mîna hemwelatiyên Başûr lewma ew amede ne xwebexş tevlî rêzên Pêşmerge bibin.

Tevlî bilind bûna dengê şer û penaberên ku ew bi xwe penaber bûbûn ji ber wan aramî dixwestin ,lê rewşa niha li Başûrê Kurdistanê metirsiyê têde nabînin

Hejmareke ji ciwanên kampê xwe pêşkêşkirin da tevlî rêzên Pêşmerge bikin û li hêviya qebûlê ne da berê xwe bidin şerê li dijî çekdarên DAIŞê.