KCK daxwaza avakirina hêzeka leşkerî ya kurdistanî dike

Hewlêr (Rûdaw)- Koma Civakên Kurdistanê KCK, daxwaz ji ciwanên Kurd yê ji her çar aliyên Kurdistanê kir ji bo beşdar bin di eniyên şer de li Rojava û Başûrê kurdistnê.


KCK di daxuyaniyekê de ragihand ku Kurd di qûnaxeka dîrûkî de derbas dibin, raste di nava aliyên kurdî de helwest û nêrînên cuda hene lê dem dema wê yekê ye ku em yekîtiya xwe ya niştimanî bihêz bikin û bi hêzek hevbeş parastina gelê Kurd bikin .


Di dawiya daxuyaniya xwe de jî , KCK daxwaz ji xort û ciwanên Kurdistanê kir bi zûtirîn dem peywendî bi eniyên şer re bikin û navê çend rêxistinên berevaniyê ji wan ciwanan re diyar kiriye wek , YPG , Yekîtiya Jinên Azad-Sitar , Hêzên Parstina Niştimanî , YPJ , Pêşmerge , Yekîneyên Parastina Şingal û Mexmûrê.

Ji aliyê din ve û  li ser vê daxuyaniya KCK, endamê polîtburiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) Ebdilhekîm Beşar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ev daxwaza KCK ne momkine û ne lojîkî ye, ji ber ku Herêma Kurdistanê di Iraqê de ye sînorê destûrê xwe heye û li ser astê navdewletî jî wek deshelatdarî xwedî hevpeyman û hevale.

 
Beşar her weha got: “Baştir ew bû ku KCK li Rojavayê Kurdistanê gaveka cuda biavêje ji ber ku ew der li jêr deshelata wê ya praktîk de ye ,
di rêya PYD û YPG re dikare yekbûneka hem leşkerî û hem siyasî ya Kurdî pêk bîne, yekrêziyê li Rojava cî bicî bike.


Di dawiyê de mirov dipirse, Heger rewşa niha dixwaze hêzek Kurdî yekgirtî hebe , wê kengî dema wê bê helwêsteka siyasî ya Kurdistanî ya hevgirtî hebe li ser rastê nêvneteweî, gelo rewşa peywendiyên siyasî di nava aliyên Kurdistanî de alîkare ji bo cêbecêkirin vê insiyatîva KCK ya leşkerî.