Erdîş- Termê ciwanekî li kêleka rê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê termê ciwanîkî  li kêleka rê hat dîtin.

Serê vê sibê xelkê gundê Xoceeliyê ku 15 kîlometreyan ji navenda Erdîşê dûr e, termê mêrekî ku gule lê ketiye li kêleka rê dît.

Xelkê tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Li gorî lêkolînên despêkê, ew termê Atîlla Savaşê 24 salî ye.

Tîmên tenduristiyê  term ji bo otopsiyê bir Saziya Tiba Edlî ya Erdîşê.

Cendirmeyan derbarê bûyerê lêpirsîn da despêkirin.