Li Erzinganê qeza: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, minîbusek wergeriya û di qezaya trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Serê vê sibê li ser rêya di navbera Erzingan û navçeya Gêrcanisê mînîbusa Huseyîn U. şofêrê wê bû ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de Behçet Atayê 57 salî canê xwe ji dest da.

Herwiha  E.A. (44), E.U. (29), Z.A. (52), A.U. (16) û Î.U. (16) birîndar bûn.

Li ser agahdakirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzinganê.