Goran û Komela Îslamî? Divê referandûm were paşxistin

Silêmanî (Rûdaw) – Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re, helwest û nêrîna xwe ya derbarê referandûm û hilbijartinên Herêma Kurdistanê, bi 6 xalan ragihandin.

 

Îro Sêşemê 11/07/2017 şanda Komela Îslamî ya Kurdistan û Tevgera Goran li ofîsa serokatiya Goran a li Silêmaniyê civiyan.

 

Herdu aliyan piştî civînê helwesta xwe ya derbarê referandûm û hilbijartinan de bi 6 xalan eşkere kirin:

 

1. Mafê serxwebûna gelê Kurdistanê mafêkî xwezayî û rewa ye.

 

2. Referandûm bibe pêngaveke ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi tevê navçeyên Kurdistanê yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê. Lê têbîniyên me yên cidî li ser rêkarî, mekanîzma û amadekariyên niha tên kirin, hene.

 

3. Pêwîste rewşa jiyana hemwelatiyan were başkirin û û sîstima paşketina meaşan bi temamî were hilweşandin.

 

4. Pêwîste sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, beriya hemûyan jî Parlamentoya Kurdistanê, bêyî ti mercekî were aktîvkirin, karên xwe bêyî astengî bimeşîne.

 

5. Hilbijartinên giştî di dema xwe de werin kirin û referandûm ji bo qonaxa piştî hilbijartinan were taloqkirin. An jî hilbijartin û referandêm di heman demê de werin kirin.

 

6. Pêkanîna aştiya navxwe û yekdengiya nîştîmanî ya li ser mijarên çarenivîsaz ên nîştîmanî, bi rêya şêwir û guftûgoya navbera hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê were kirin.